Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Schumer: Divê Kurd Bibin Xwedîyê Dewleteke Serbixwe


Serokê Koma Demokratan ya Senatoya Amerîkî, Chuck Shumer bi daxuyanîyeke nivîskî bang li hikûmeta Amerîka û dewletên cîhanê kir ku rêz ji referanduma Herêma Kurdistana Îraqê re bigirin.

Shumer dîyar kir ku divê Kurd di zûtirîn demê de, li axa xwe bibin xwedîyê dewleteke serbixwe û Amerîka jî di vê prosesa sîyasî ya serxwebûnê de alîkarîyê bike.

“Di 20 salên dawî de Kurd, di têkoşîna dijî terorê de ji hevkarên me yên herî bi hêz bûn û me gelek caran pişta xwe bi pêşmergê girêda. Wan mafên pêkhateyan jî parast ku ew maf li wê herêmê pir tê binpê kirin û encama wê jî pevçûn e. Divê Amerîka bo çarenûsa hevkarên me yên bi hez piştgirîyê bide,’’ Schumer got.

Senatorê Demokrat bi berdewamî dîyar kir ku ew hêvî dike du di rojên pêş de, dîyaloga di navbera Hewlêr û Bexda de destpê bike û bi rêkên aştîyane xwestekên Kurdan pêk werin.

Di serî de Tirkîye û Îran gelek dewletên cîhanê dijî referanduma Herêma Kurdistanê bertek nîşan dabûn. Wezareta Derve ya Amerîka jî dabû zanîn ku jiber referandumê ‘’xeyalşikestî’’ ye.

XS
SM
MD
LG