Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresê Bernivîsa li Ser Qutkirina Piştgirîyê Bo Koalîsyona Şerê Yemenê Pejirand


Civata Senatoran bernivîsa ser qutkirina piştgirîya bo koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî ya li Yemenê şer dike, pejirand.

Bernivîs dijî 46 dengan bi 53 dengan hat qebûl kirin.

Pisporên sîyaseta Amerîkî didin zanîn ku pejirandina bernivîsa dijî Erebîstana Saudî li sîyaseta Serok Donald Trump, ku piştgirîya Rîyadê dike, darbeyek e.

Trump dîyar kiribû ku ger Kongres bernivîsê bipejirîne jî ewê red bike.

Amerîka piştgirîya lojîstîk û îstixbartê dide koalîsyona bi pêşengîya Yemenê.

Di bernivîsê de tê xwestin ku Artêşa Amerîka heta 30 rojan bi temamî ji cenga Yemenê vekişe.

XS
SM
MD
LG