Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Bernivîsa Ser Qedexekirina TikTokê Pejirand


Civata Senatoran ya Amerîka bernivîsa ku ji karmendên hikûmetê re daxistina TikTokê bo telefonê qedexe dike, pejirand.

Bernivîsa bi pêşengîya Senatorê Komarî Josh Hawley hat hazir kirin, roja Pêncşemê ket dengdanê.

Temamê senatoran bo bernivîsê dengê ‘’erê’’ dan.

Josh Hawley piştî dengdanê got ku ‘’TikTok bo ewlekarîya neteweyî rîskeke mezin e û cîhê wê di cîhazên hikûmetê de tune’’

Ew bernivîs ger ji alîyê Civata Nûneran jî were pejirandin dê bo bibe qanûn here pêş Serok Donald Trump.

Trump di 3’ê Tebaxê de gotibû ku ger beşa TikTokê ya li Amerîka nebe ya kompanîyeke Amerîkî, ewê wê aplîkasyona navenda wê li Çînê ye, li welatê xwe qedexe bikin.

XS
SM
MD
LG