Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berî preskonferansa hevbeş li Qesira Sipî bi senatoran re civîyan.
Civîna senatoran û Trump û Erdogan bi awayekî zindî hat weşandin.
Senatoran ser sitandina sîstema S-400 fikarên xwe gotin û ji Erdogan re dîyar kirin ku ew naxwazin ku Tirkîye êrîşî Kurdan bike.
Erdogan di bersîva xwe de da zanîn ku divê di navbera terorîst û Kurdan de ferq hebe.
‘’Kurd birayên min in û Kurd herî zêde li welatên min dijîn’’ Erdogan got.
Wî bi bîr xist ku di dema Obama de ji Kobanê 350,000 Kurd derbazî Tirkîye bûne, wan li wan nihêrîye û ti kesî alîkarîya wan nekiriye.
Serokomarê Tirkîyê herwiha dîyar kir ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) girêdayî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) e û senator gava dibêjin ‘’Kurd’’ wan qest dikin.