Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

22 Senator Ser Hindabûna Xaşiqcî ji Trump re Nameyekê Dişînin


22 sentatorên Amerîkî ji Serokê Amerîka Donald Trump xwestin ku bi rêka Qanûna Magnitsky ya Cîhanî ser hindabûna rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî dest bi vekolîna fermî bike û dijî berpirsan toleyan ragihîne.

Senatoran di nameyê de ji Trump xwestin ku herwiha dema biryarê dide bala xwe bide ser agahîyên derbarê karbidestên payabilind yên hikûmeta Erebîstana Saudî.

Li gor Qanûna Magnitsky ya Cîhanî divê Trump di 120 rojan de ser toleyan biryarê bide.

Qanûna Magnitsky, li ser daxwaza Komîteya Peywendîyên Derve yên Senato dema gumanên derbarê binpêkirina mafên mirovan, êşkence hebe, ji alîyê serokê Amerîka ve tê karanîn.

Washington Post dîyar kir ku Serokê Komîteya Peywendîyên Derve Senator Bob Corker û endamê payabilind yê komîteyê Senator Bob Menendez dikarin zorê bidin Qesra Sipî ku dijî karbidestên Saudî toleyan ragihîne.

Senator Corker û Senator Menendez jî bi îmzayên xwe di nameyê de cîh girtin.

Xaşiqcî herî dawî di 2'ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Karbidestên Tirk dîyar dikin ku dibe ku Xaşiqcî hatibe kuştin, lê Erebîstana Saudî vê îdiayê red dike.

XS
SM
MD
LG