Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Serok Trump Bêtawan Derxist


impeachment
impeachment

Serokê Amerîka Donald Trump di darizandina împîçkirinê de berat kir.

Li dû dengdana li Civata Senatoran ya piştî darizandinê, peyvajoya ser împîçkirina bi dawî bû.

Trump jiber bi awayekî xirab karanîna desthilatê û astengkirina karê Kongresê dihat tawanbarkirin.

Bo tawana pêşî, 48 senatoran dengdan ku Trump sûcdar be, lê 52 senatoran ew tawan red kirin.

Di tawana ser astengkirina karê Kongresê de jî encam li hember 47 dengan bi 53 dengan li hêla Trump bû.

Senatorê Komarî Mitt Romney di dengdanê de pêşî dijî Trump deng da û di dengdanê duyê de tawana dijî Trump red kir.

Tevî Trump heta niha sê serokên Amerîkî di Civata Senatoran de berat kiriye.

Bo serokek împîçkirin bi kêmî ve 67 deng pêwîst in.

XS
SM
MD
LG