Civata Senatoran ser qanûnîbûna darizandina bo împîçkirina Serokê berê Donald Trump dengdan çêkir.
Di dengdanê de qanûnîbûna darizandina bo împîçkirinê li hember 44 dengan bi 56 dengan hat pejirandin ku darizandina Trump li gor qanûna bingehîn e.
6 Senatorên Komarî jî piştgirî dan biryara ser domandina darizandinê.
Trump di dîroka Amerîka de serokê yekê ku dijî wî du caran peyvajoya împîçkirinê çêbûye.
Li gor îdianameya Civata Nûneran, ku piranîya wê Demokrat in, Trump jiber gotinên bêbingeh yên ser hilbijartinê û teşwîqkirina serîrakirina dijî Kongresê tê tawanbar kirin.
Parêzerê Trump, Bruce Castor Jr dîyar kiribû ku bi darizandina împîçkirinê dixwazin rê li ber Trump bigirin ku neyê ser karên hikûmetê.