Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Biryara Domandina Piştgirîya bo Saudîyan li Yemenê Da


Civata Senatoran ya Amerîka vetoya Serok Donald Trump pejirand ku dijî qutkirina piştgirîya bo Erebistana Saudî li Yemenê hatibû dayîn.

Jibo ku vetoya Trump were red kirin, ji sê parên dengên senatoran du par pêdivî ne.

Di dengdana dê, dijî vetoya Trump 53 deng hatin dayîn û 45 senatoran veto pejirand.

Bi wê dengdanê, piştgirîya bo Erebistana Saudî ya li şerê Yemenê hat pejirandin.

Di dengdanê de hin Komarîyan jî dijî vetoya Trump deng da.

Trump îsal du biryar veto kirin û her du veto li Civata Sentoran hatin qebûl kirin.

XS
SM
MD
LG