Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şengalî jiber Pevçûnan Dîsa Derbider Dibin


Dîmeneke ji bajarê Şengalê (Arşîv)
Dîmeneke ji bajarê Şengalê (Arşîv)

Jêderên xwecîhî yên Îraqê radigihînin ku rûniştvanên herema Şengalê jiber pevçûnên di navbera hêzên arteşa Îraqê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de direvin.

Karwan Zekî, berpirsê Ofîsa Ragihandina Koç û Koçberan ya Herêma Kurdistanê li Duhokê ragihand ku jiber şer û pevçûnên di navbera her du hêzan de îro Duşemê bi dehan malbat koç warên xwe hêlane.

Ajans Ezidi Press ya nûçeyan jî ragihand ku ji heremê bi sedan kes direvin û welatîyên sivîl yên li gundê Dugure jî banga derxistinê kirine û hemû rêyên sereke yên wê heremê girtî ne.

Jêderekî herêmî ji ajansa NRT daye zanîn ku di navbera Tugaya 72 ya artêşa Îraqê û YBŞ’ê de şer derketiye.

Peyamnarekî NRT'ê jî dîyar kir ku şer û pevçûn li taxa Sinûnê ya li bakurê Şengalê didomin û artêşa Îraqê çekên giran anîne.

Ezidi Press ragihand ku Îraqê dijî bingehên YBŞ’ê yên li Şengalê bombebaranên esmanî pêk anîne.

Welatîyan ragihandin ku dengê peqîneke mezin ji sûka kevin ya Şengalê hatiye bihîstin, lê sedema peqînê nehatiye zanîn.

Çaêakvana Êzîdî Nadya Murad îro bang li civaka navneteweyî kir ku sivîlên li heremê biparêzin.

"Piştî bi deh salên bêwarî, koçberîyên vê dawîyê careke din ew neçar dimînin ku jiber şer û pevçûnên çekdarî yên niha li Şengalê, ji malên xwe birevin," Murad got.

Şandeya Netewên Yekbûyî ya alîkarîyan ya li Îraqê (UNAMI) jî bi sedema şer û pevçûnên li herema Şengalê fîkarên xwe dîyar kir.

UNAMI gîrîngîya ewlekarîyê destnîşan kir û herwiha got ku divê ewlekarî li pêş û navendê be.

"Cîhê wêrankarên navxweyî û derveyî li Şengalê tuneye,” UNAMI got.

Artêşa Îraqê hefteya borî hêzên zêdetir veguhestinê Şengalê kiribû û ew li heremê bi cîh kiribûn.

XS
SM
MD
LG