Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sengî û Giranî li ser Sûrîyê Zêde Dibe


Sengî û Giranî li ser Sûrîyê Zêde Dibe

Di bizvekê de ku tepeserkirina xwenîşaderên hevrik bi dawî bên, sengî û giranî li ser Sûrîye zêde dibe ji aliyê welatên hêzdar yên cihanê ve. Lê bizavkar dibêjin tundûtûjî li wî welatî berdewam min.

Bizavkarek ji komela Zêrevaniya Mafên Mirovan ya Sûrî, roja Sêşembî gote Dengê Amerîka,ku hêzên Sûrî 22 bizavkar li Rankus li Dîmeşqê li ber çavê xelkî îdam kirin.

Li heman dem, Amerîka û Elmanya dibêjin pêdivî ye ku Civata Tenahiyê ya Netewên Yêkgirtî bersivek hebe beramber tepeserkirina xwenîşanderên dijî hikûmetê li Sûrîyê, piştî ku lêvekolên Netewên Yêkgirtî di raportekê de bi dirêjî ragehandî ku zêdegavîyên berfireh dijî mafê mirovan hatîne kirin, ku ji layê karbidestên bilind yên hikûmeta Beşar Esed fermana wan hatibû dan.

Raport dibêjit ku hêzên Sûrî 256 zarok kuştin û got ku mezin û zarok wek hev hatibûn eşkence dan.

Roja Sêşembî, Tirkîyê got heke tundûtûjî li Sûrîyê xirabtir bin û tole û cezayên dijî Dîmeşqê bên cêbicê kirin,renge rêka bazirganî ya Rojhilata Navîn biguhere, ku li şûna Sûrîyê ji Îraqê derbaz be.

XS
SM
MD
LG