Amerîka îro Çarşemê di salvegera 23’yan ya êrîşên terorî yên 11ê Îlonê bi bîr tine ku nêzî 3 hezar kes tê de hatibûn kuştin.
Li ber e li Serokê Amerîka Joe Biden û Cîgira Serok Kamala Harris li New York, Pennsylvania û li Pentagonê beşdarî merasîmên bîranînê yên jibo rêzgirtina qûrbanîyan bibin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku terorîstên El-Qayde 2 firokên rêwîyan revandibûn û ew li du bircên Navenda Bazirganîya Cîhanî xistibûn û di encamê de her du avahî hilweşîbûn.
Li Amerîka 11’ê Îlonê wek Roja Netewî ya Xizmet û Bîranînê (National Day of Service and Remembrance) ya federalî tê borandin ku roja trajedîya giran veguherîne roja qencîyê û qurbanîyên wan êrîşan û karmendên lêgerîn û hawarçûnê bi bîr bîne.