Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Omer Emîn: Komelên Alîkariyê Piştgiriya Geşepêdana Karên Biçûk li Rojava Dikin


Di salên dawî de li herêmên kurdî li bakûrê Sûriyê, komelên sivîl ji bo alîkariya abûrî û civakî pirr bi çalak bûne, ji ber rewşa abûriya xelkê ya zor û dijwar. Lê heta kîjan radeyê ev komele û sazî dikarin alîkariyê bidin xelkên sivîl û çawa rewşa abûriyê li herêmê baştir dikin?

Di derbarê çalakiyên van komelan de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Omer Emîn Serokê Komela Hêvî ya Alîkariya Mirovahî û Civakî li bajarê Serê Kaniyê re kir.

Birêz Omer dibêje, karê komelatî ji bo ku asta jiyana xelkên xizan bilindtir bike, û desteka alîkariyê bide wan, ew kesên ku ji ber şer bê kar mane, malên wan wêran bûne yan jî bê sermiyan mane.

Her wiha jî wî got, ku armanca serekî ji karê komela wan re, geşepêdna karên biçûkin ji malbatan re pêşkêş bikin û piştevaniya pirojên biçûk yên çandiniyê bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:50 0:00

XS
SM
MD
LG