Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Hêzên Hikûmeta Sûrîyê û Serhilda li Hama Şer Dikin


Serhildayên Sûrîyê li Halfaya ya Hama roketê difirînin ser hêzên hikûmeta Sûrîyê, 2016
Serhildayên Sûrîyê li Halfaya ya Hama roketê difirînin ser hêzên hikûmeta Sûrîyê, 2016

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku piştî herêmên ewle ya ku Rûsya pêşnîyaz dike dîyar bûn, li bakurê rojavayê Hama hêzên hikûmeta Sûrîyê û serhildayan şer kirin.

SOHR’ê da zanîn ku pevçûn li dora gundê el-Zalakiyat ya Hama, ku di destê serhildayan de ye, qewimîne.

Ajansa çavdêrîyê dîyar kir ku hejmara kuştî û birîndaran hîn eşkere nebûye.

Berdevkê Cehşul Nasr Raşid jî piştrast kir ku li herêma Hama pevçûn qewimîne û hikûmeta Sûrîyê jiber şerê piştî herêmên ewle tawanbar kir.

Artêşa Sûrîyê ser pevçûnan hîn ti daxuyanî nedaye.

XS
SM
MD
LG