Serokê demkî yê rêvebirîya veguhez ya Sûrîyê Ehmed el-Şera îro Sêşemê li Konferansa Dîyaloga Netewî ya li Şamê got ku dewleta Sûrîyê wê ser kontrola çekan tekane desthilatdar be.
"Yekîtîya çekan û yekdestdarîya wan ji alîyê dewletê ve ne luks e, lê erk û mecbûrîyet e. Sûrîye parçe nabe; ew yekgirtî ye û hêza wê di yekîtîya wê de ye."
Şera dîyar kir ku wan jibo girtina kesên ku dijî Sûrîyan tawan pêk anîne gelek kar kirine û hizra wan avakirina komîteyeke dadwerî ya veguhêz e.
"Emê li ser avakirina komîtek dadmendî ya veguhêz bixebitin, jibo vegerandina mafên mirovan, avakirina dadmendîyê û bi îzna Xwedê, darizandina tawanbaran."
Şera di axaftina xwe de bal kişand ser girîngîya dewleta hiqûqê.
“Divê em dewleta xwe li ser serwerîya hiqûqê ava bikin û yên ku qanûn ava dikin jî divê rêzê lê bigirin."
Şeraa anî ziman ku sîyaseta derve ya Sûrîyê wê li ser bingeha hevsengî û zelalbûnê be.
"Em dildar in ku bi welatên ku rêzê li serwerîya me digirin re têkilîyên xurt pêşve bixin û hevdem derîyê dîyalogê bi her alîyekî ku bixwaze têkilîyên xwe bi me re li ser bingeha rêzgirtina dualî jinûve ava bike re vekirî bihêlin."
Serhildayên bi pêşengîya Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ) di encama êrîşeke 12 rojan de, di 8’ê Berfanbarê de kontrola paytext Şamê bi dest xistibû û desthilata Beşar Esed têk biribû.
Rêberê HTŞ’ê Ehmed El-Şeri’ di 29’ê Rêbendanê de xwe wek serokê demkî yê Sûrîyê bi nav kiribû.
Piştî salên şerê navxweyî yê wêranker, konferansa ku li qesra seroktîyê li Şamê tê darxistin, jibo rêveberîya siberoja Sûrîyê wek destpêka qonaxeke girîng tê nirxandin.
Sazîyên sivîl, olî, opozîsyonû hunermend jî di nav de bi 550 kes beşdarî konferansê dibin.
Lê, 35 partîyên Kurd yên li herema bakûr û rojhilata Sûrîyê bi daxuyanîyekê hevbeş awayê darxistina Kongreya Dîyaloga Netewî ya ku li Şamê roja Sêşemê destpê kirîye şermezar kir.
Piranîya bakurê Sûrîyê di destê HSD de ye û ew di şerê dijî koma tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) hevbenda serekî ya Amerîka ye.
Li gor berpirsan, Rêvebirîya Xweser, Kurd û HSD jiber qedekirina beşdarîya komên çekdar nehatine vexwendin.
Şera 11’ê Sibatê 2025’an Komîteya Amadekar ya Konferansa Dîyaloga Netewî ya Sûrîye ava kiribû û gotibû ku armanca komîteyê jibo cîhanîna pêdivîyên vê qonaxa dîrokî û garantîkirina daxwazên gelê Sûrîyê ye.
Wî ragihandibû ku daxuyanîya dawî ya konferansê wê bibe bingeha qanûna bingehîn ya Sûrîyê, lê jibo jinûve nivîsîna wê 2-3 sal hewce ye.
Şera di destpêka vê mehê de jî got ku darxistina hilbijartinan dibe ku 4-5 sal bigire.