Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazekê Afganî, Sê serbazên Brîtanî Kuştin


Piştî hêrişê, serbazê Afganî reviya cihekê nediyar

Serbazekê Afganî sê serbazên Brîtanî kuştin li demê operasyoneka hevbeş li başûra Afganistanê.

Peyvdarê wezareta berevanî ya Afganî, Mehemed Zahir Azimî, kuştina serbazên Brîtanî ji layê serbazekê Afganî ve li herêma Helmend piştrast kir.

Karbidest dibêjin bi kêmî ve du serbazên din yên Brîtanî birîndar bûn, û serbazê hêrişber piştî hêrişê reviya cihekê nediyar.

Di beyannamekê de, komandarê hêzên Amerîkî û NATO Ceneral David Petraeus daxwaza yekrîzî kir li şerê ji bo tenah kirina Afganistanê.

Petraeus got pêdiviye serazên Afganî û NATO piştrast bikin ku bawerî di nêvbera wan de heye da ku dijminê hevbeş ji nav bibin.

Li Kabulê, peyvdarê serokê Afganî Hamid Karzay mixabiniya xwe diyar kir biramberî wê hêrişê.



XS
SM
MD
LG