Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazên NATO li Afganistanê Teqe li Otobîsekê Kir


NATO ragehand ku serbazan li başûra Afganistanê teqe li otobîsekê kir û bi kêmî ve çar kes hatin kuştin û 18 kesên din birîndar bûn.

NATO ragehend ku serbazên wê teqe li otobîsekê kir piştî şofêrê otobîsê guhê xwe neda huşdariyan û otombîla xwe ranegirt.

Piştî vekolînê, ji bo hêzên NATO eşkere bû ku ew otombîl, otobîseka veguhastina hevwelatiyan bû.

Yek ji kesên hatin kuştin jin e. Jimareka birîndaran bo nexweşxaneka leşkerî hatin veguhastin.

Di beyannamekê de, NATO mexabiniya xwe diyar kir biramberî kuştina hevwelatiyan.

Bi dehan kes li bajêrê Qendehar xwenîşandan kirin li dijî kuştina hevwelatiyan.

XS
SM
MD
LG