Wezareta Derve ya Îsraîlê dîyar kir ku serdana Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence careke din hatiye taloq kirin.
Li ber bû ku Pence meha borî serdana Îsraîlê bike. Wê mehê serdan hatibû taloq kirin û karbidestan dîyar kiribû ku sedema wê dengdana bacê ya li Senato ye.
Di heman rojan de Serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû ku ewê Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê nas bikin.
Qesra Sipî dîyar kiribû ku Pence dê di 14’ê Rêbendanê de serdana Îsraîlê bike. Wezareta Derve ya Îsraîlê roja Yekşemê da zanîn ku ewê di vê mehê de ti serdana Pence nebe.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îsraîlê Emmanuel Nahshon got ku ‘’Di bernameya me de serdaneke di meha Rêbendanê de xuya neke.’’
Nahshon ser sedema taloqkirinê ti agahî neda, herwiha eşkere nekir ku ewê Pence kengî serdana Îsraîlê bike.