Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêçîrvan Barzanî Serdana Enqereyê Kir


Nêçîrvan Barzanî.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro hat Enqereyê. Birêz Barzanî pêşî bi Wezirê Karên Derve Ahmet Davutoglu re kom bû. Birêz Barzanî piştî hevdîtina ligel Ahmet Davûtolgû daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew ligel Tirkiyeyê ne û ew dê hevkariyê bikin.

Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî êrîşên Hekarî yên PKK bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku di civînêda rojeva wan a sereke êrîşên PKK yên Çukurcayê bûne. Neçirvan Barzanî weha dewam kir “Divê ev buyer bi ti awayî têkilîyên nav Kurd û Tirkan xeraneke, em ligel Tirkîyeyê ne.”

Neçîrvan Barzanî di derbarê polîtîkayên AKP’ê da jî got ku Kurd bi dilxweşî nêzî van polîtîkayan dibin. Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê weha dewam kir “Ev pêngavên wêrekî ne û em di wê baweriyê de ne ku wê gelê Kurd van pêngavan binirxînin û ewê dikaribin sûdê ji van polîtîkayan bigirin.”

Neçîrvan Barzanî bibîrxist ku Tirkiye di rojên teng de alîkariya gelê Kurd kiriye û ewê vê yekê jî qet ji bîr nekin. Birêz Barzanî ragihand ku di hevdîtinê de li ser gelek mijaran li hev kirine û got; “Em ê ligel Tirkiyeyê di her warî de hevkariya xwe xurttir bikin.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî hevditina bi Ahmet Dacvutoglu re, bi Berokwezîrê Tirkîyê RecepTayip Erdoganî re jî kom bû. Kombun ji çapameniyêra girtî dewam kir.

Hêjayê gotinêye ku roja Çarşembî, Serokayetiya Herêma Kurdistana Îraqê êrîşên Hekarî ku bû egera kuştina 24 leşkeran bi daxûyanîyek şermezar kiribû.

Ji alîyê dinêva Serfermandarîya Tirkîyê di derbarê operasyona Bakurê İraqê de îro daxuyanîyek belav kir.Di daxuyanîyêda hatîye destnîşan kirin ku li bakurê İraqê, li pênc deverên cûda operasyonên esmanî û bejahî dane destpêkirin. Hêjayê gotinêye ku jibo van operasyonan 22 tabur yanî nêzi 10 hezar leşker hatine wezîfedar kirin.

Ji alîyê dinêva li hemberê êrîşa Hekkarê ya ku 24 leşker hatin kuştin, li gellek bajarên Tirkîyê xwepêşandan hatin lidar xistin. Di serîda Îstanbul, Adana, Îzmir, Denîzlî, Kutahya, Samsun, Trabzon, Rize, Elazig û li gelek bajarên dinê, bi sedan kesên ku bi alaya Tirkîyê meşîyan, êrîşan protesto kirin.

XS
SM
MD
LG