Lînkên eksesibilîtî

Şoriş Hacî Helwesta Tevgera Goran Derbarê Dest ji Kar Kêşana Serdar Qadir Zelal Dike


Logoyê Tevgera Goran

Peyvdarê fermî yê Tevgera Goran Şoriş Hacî, bo pişka Kurdî ya dengê Amerîka, helwesta tevgera xwe derbarê dest ji kar kêşana birêkarê parêzgarê Silêmaniyê Serdar Qadir zelal dike û dide zanîn ku, gelek astengî di riya birêkarê parêzgarê Silêmaniyê Serdar Qadir de hebûn, ew nikarî bû bi vî awayî karê xwe berdewam bike.

Şoriş Hacî
Şoriş Hacî

Hacî dide zanîn ku ne bitenê berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêgir bûn di riya karkirina Serdar Qadir de herwisan ew ji aliyê berpirsên Yekêtîya Nîştîmanê YNK'ê ve jiî dihat astengkirin.

Ev ji 11 mehan zêdetire pêkhatinek di navbera Tevgera Goran û YNK de heye derbarê Îdarekirina parêzgeha Silêmaniyê û Helebcê, da ku hevbeş Îdara wan herêman birêve bibin û bi şêweke dadwerane li gor encamên hilbijartinan û dengan post û wezîfan di navbera xwe de parve bikin, lê heta niha alozî tên berdewamkirin.

Doh Serdar Qadir birêkarê parêzgarê Silêmaniyê bi namekê dest ji wezîfa xwe berda û ragihand ku êdê ew bi tenê endamekî Tevger Gorane û naxwaze wezîfa xwe bi vî awayî berdewam bike.

Serdar Qadr
Serdar Qadr

Roja Çarşemê Nûçegihana dengê Amerîka li Silêmaniyê bi riya Facebook'a pişka Kurdî ya dengê Amerîka hevpeyvînek li gel rêzdar Serdar Qadir encam da, Qadir di axiftinên xwe de hemû sedemên berdana wezîfa xwe eşker dike.

Jibo guhdariya axiftinên birêz Serda Qadir, seredana Facebook a pişka Kurdî ya dengê Amerîka bike, herweha hûn dikarin bi riya fayla deng li jêr guhdarîya axiftinên Şoriş Hacî peyvdarê tevgera Goran bikin.

XS
SM
MD
LG