Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdar Şerîf: Huner Dikare Aştî û Aramîyê Bîne Bajarên Me


Bajarê Reqa ku hatibû naskirî wek paytexta berê ya rêxistina terorist DAIŞ, piştî rizgarkirina wê xelkên vî bajarê bi awayek bê hempa dixebtin da ku bajêr ji nû ve ava bikin û jiyana aram û aştiyane vegerînin nav pêkhateyên vî bajarî.

Hunermendê kurd Serdar Şerîf yek ji wan kesên bi doilsozî vê xebatê dike û di nav bajêr de çalakiyan li dar dixe da ku Reqa bibe bajarê Aştiyê.

Serdar di sala 1995an li bajarê Helebê- Sûriyê ji dayik bûye.

Ew tevlî malbata xwe li bajarê Reqa bicî bûn û ta roja îro li wir dijîn.

Hezkirina wî ji mûzîkê re ji zaroktiya wî ve destpê kiriye ji ber rewşa mlabata wî ku hezkiriyê huner û çanda kurdî bûn.

Xwendna beşê birêvebrina karsaziyê li zanîngeha Şamê- Dîmeşq xwendiye.

Li Şamê xwednina stranbêjiyê û mûzîkê li navendek taybet xwend.

Ji bilî Stranbêjiyê ew sînariste û çîroka filmê ( Şahiya li Baxoz) nivîsandiye.

Her wiha jî xebatên şano dike him bi nivîsîn û him jî lîstkvanî.

Xebatên xwe di terxîne bo alîkariya civaka sivîl li bajarê Reqa û bi taybetî li ser malbatên qurbaniyên DAIŞê.

Li gorî wî huner û çand dikarin rengê jiyanê xweştir bikin û aştî di nav mirovan de durist bibe.

Serdar û hevalên xwe yên ji pêkhateyên din li bajarê Reqa bi dilsozî dixebtin da ku bajarê wan bibe bajarê Aştiyê û carek din derfet neyê dayîn ji DAIŞ û komên tundraw ku bajêr dagîr bikin û jiyana hevbeş li bajê têk bibin.

Deng û Reng- Serdar Şerîf-12-20-2021-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:59 0:00


XS
SM
MD
LG