Serokên Polonya, Letonya, Lîtvanya û Estonya jibo nîşandana piştgirîyê îro Çarşemê seredana Ukrayna kir, piştî ku Serokê Rûsya ragihand ku ewê êrîşa xwe heta dawîyê bidomînin.
Serokên her çar dewletên ku endamên NATO ne, ditirsin ku ger Rûsya bikeve, Rûsya di siberojê de dikare êrîşî wan jî bike.
Her çar serok bi trenê çûn Kîeve ku bi Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy re bicivin.
Serokê Lîtvanya Gitanas Nauseda got ku armanca seredana wan ew e ku mesajeke xurt ya piştgirîya sîyasî û alîkarîya leşkerî bidin cîhanê.
Nauseda ragihand ku ew û Serokê Estonya Alar Karis, Serokê Polandî Andrzej Duda û yê Letonya Egils Levits plan dikin ku li ser îdiayên kuştina sivîlan jî di nav de, tawanên ceng yên ji hêla Rûsan ve gotûbêj bikin.