Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seredana Serokê Herêma Kurdistanê jibo Amerîka


Li roja Çarşem, Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî li Koçka Spî digel Serok Barak Obama û cêgirê wî çend mezne karbidestên Amerîkî kombû. Piştî wan civînan Koçka Spî daxweyanîyek da û têda got, Serok Obama û Cîgirê Serokî Biden pêgîrîya Amerîkayê bi têkelîyên nêzîk û dîrokî bi Kurdistan û gelê Kurd re ragihand, li çarçova hevkarîya stratejîk ya Amerîkayê bi Îraqeke federal, demokratîk û yekgirtî. Serok Obama û Cîgirê Serokî Biden herwiha Serok Barzanî handan berdewamîyê bide bi proseya sîyasî li Îraqê.

Jibo şirovekirnan bernama Helo Washington mêvandarîya Dr. Kirmanc Gundî, mamosta li Zankoya Tennissi State û endamên Parlemanê Herêma Kurdistana Îraqê Zekîya Salih û Dr. Omar Nur al-dînî kir.

Jibo guhdarî kirina Bernama Helo Washington, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.

XS
SM
MD
LG