Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peymana Navbera YPG û Artêşa Azad di Çi Qonaxê de ye?


Kurd li bajarê Derîkê ya binxetê di xwepêşandanekê de ne. Mijdar, 1, 2012.
Kurd li bajarê Derîkê ya binxetê di xwepêşandanekê de ne. Mijdar, 1, 2012.
Raportên medyayê radigihînin ku Artêşa Azad ya Sûrî bi peymana vê dawîyê qayil nabe ku li bajarê Serêkanîyê di navbera wê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de hatibû îmza kirin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, endamê Komîsyona Rêvebir ya Tevgera Civata Demokratîk (TEV-DEM) Dr. Nasir Hecî Mansur agahîyên berfireh li ser vê peymanê dide.

Birêz Mansur dibêje, hêzên herêmî yên Artêşa Azad li Serêkanîyê ew peyman îmza kir û wan li ser 11 xalan li hev kir.

Nasir Hecî Mansur îdîa dike ku serok erkanê Artêşê Azad ku li Tirkîyê ye, dijberîya vê peymanê dike, bi sedema ku dilê Tirkan xweş bike.

Endamê Komîsyona Rêvebir ya Tevgera Civata Demokratîk (TEV-DEM) herwiha dibêje, eger Tirkîye mafê gelê Kurd li wê derê bide, hingê ew jî bi nîyeta Enqerê bawer bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG