Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd li Gelek Bajaran Sextekarîya Hilbijartinan Protesto Dikin


Hilbijartinên herêmî yên li Tirkîyê di 30ê Adarê de hatine kirin lê li gelek cîhan hîn encam nehatine eşkere kirin.

Di serî de şaredarîya Bajarê Mezin ya Enqerê, li bajarê Yalova û navçeya Akdenîz ya Mersînê jî deng careke din têne jimartin. Beledîya Akdenîzev 10 sal bûn ku ji alîyê BDP ve dihat rêvebirin.

Di heman demê de, li gelek navçeyên li herêmên Kurdan jî îdîayên hîle û sextekarî têne ragihandin.

Tê ragihandin ku li qazayên Serêkanîyê (Ceylanpinar) û Wêranşehîr yên Urfa (Ruha), Xelat a Bêtlîsê û Kaxizman a Qersê û li jimareke bajarokên din girjî û alozî berdewam in.

Li van bajarana gel red dikin ku herim mala xwe û ji do vir ve li ber avahîya hikûmetê disekin û daxwaza serastkirina encamên hilbijartinê dikin.
XS
SM
MD
LG