Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje 200 Hezar Kes Wek Leşkerên Nû Beşdarî Artêşê Bûne


Dîmeneke leşkerên nû yên ku di çarçevoya fermana seferberîya qismî de beşdarî artêşa Rûsya dibin, 25 Îlon, 2022
Dîmeneke leşkerên nû yên ku di çarçevoya fermana seferberîya qismî de beşdarî artêşa Rûsya dibin, 25 Îlon, 2022

Wezîrê berevanîyê yê Rûsya Sergei Shoigu îro Sêşemê ragihand ku zêdetirî 200 hezar kes wek leşkerên nû beşdarî bûne artêşa wî welatî, di çarçevoya fermana seferberîya qismî ya ku du hefteya berê destpê kiribû.

Sergei Shoigu da zanîn ku ew 200 hezar leşkerên nû li 80 cihên navendên artêşî de de perwerdehîyê dibînin, berîya ku li enîyên pêş yên Ukrayna werin bicîh kirin, cihê ku hêzên Rûsî ji hin hereman vedikişînin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin di 21’ê Îlonê de fermana seferberîya qismî ragihand ku hêzên xwe yên li Ukraynayê zêde bike.

Shoigu berê gotibû ku heya 300 hezar kes wê bo leşkerîyê werin gazî kirin, lê fermana Putin egera hewildanek hîn mezintir derxist hole.

Hin medya Rûsî radigihînin ku artêş plan dike ku bangê 1 mîlyon kesên din bike ku bo tevlî arteşê bibin.

Fermana seferberîyê ya Putin li gelek heremên li seranserê Rûsya bû sedema xwepêşandanan û bi deh hezaran zilamên Rûsî ji welêt birevin.

XS
SM
MD
LG