Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herema Serhedê ji Hin Encamên Hilbijartinan re Îtîraz Hatin Kirin


Li gelek bajar û bajarokên Herema Serhedê, bi sedema hîle û sextekarî in’ jibo deng careke din werin jimartin îtîraz tên kirin.

Li navenda Mûş û bajarokê wê Milazgirê, Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji encamên hilbijartinê re îtîraz kir.

Li Mûşê di navbera HDP û Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP’ê) de 611, li Milazgirê jî 3 deng ferq hene.

Li bajarokê Tetwana Bidlisê jî HDP’ê îtîraz li encaman kirîye. Li Tetwanê tevî ku hêj encamên hilbijartinê bi fermî nehatine ragihandin, berbijarê AKP’ê li nava bajêr pankartên xwe yên serkeftinê daliqandibûn.

Karbidestên HDP’ê ragihand ku ev yek dijî hiqûqê ye û derbarê berbijarê AKP’ê li dozgerîyê gilî kirine.

Endama meclîsa partîyê ya HDP’ê Nurten Uzumcu ku encamên hilbijartinên Tetwanê dişopînê, dot ku heta encameke dadmendî bi dest bixin, ewê têkoşîna xwe berdewam bikin.

“Di nava gel de nerehetîyek derketîye holê. Gelê me yê Tetwanê vê neheqîyê qebûl nake. Emê jibo destxistina mafê xwe, hemû rêyên hiquqî bi kar bînin.”

Li bajarê Qersê jî îtîraza Partîya Tevgera Netewperwer (MHP’ê) hatibû pejirandin û deng careke din hatin jimartin, lê encam neguherî û HDP’ê dengên xwe zêde kirin.

Li Îdirê jî MHP’ê di 70 sindoqan de îtîraz kir û heta niha dengên 10 sindoqan hatine jimartin. Hate ragihandin ku heta niha di van sîndoqan de dengên HDP’ê zêde bûne.

Li Wanê jî Rêxistina AKP’ê derbarê encamên hilbijartinan, li avahîya partîya xwe preskonferansek li dar xist.

Serokê AKP’ê yê Wanê Kayhan Turkmenoglu got ku wan li bajarokên Rêya Armûşê (Îpekyolu), Erdîş, Tuşba, Artemêt (Erdemît) û Ebexê (Çaldiran), jibo deng cardin bêne jimartin, îtîraz kiriye.

Herwiha li Wanê HDP’ê jî derbarê encamên hilbijartinên bajarokê Westanê (Gevaş) de îtîraz kir.

Hêjayî gotîneyê ku, Komîsyonên Hilbijartinê ku lê îtîraz hatine kirin, pêdivî ye heta roja Înê encaman eşkere bike.

XS
SM
MD
LG