Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herema Serhedê Encamen Hilbijartinê Çawa Bûn?


Hilbijartinên xwecihî li Tirkîyê pêk hatin. Li herema Serhedê jî rûniştvanan jibo dîyarkirina şaredar, endamên meclîsên şaredarîyan û muxtaran dengê xwe bi kar anîn.

Li gor encamên nefermî, şaredarîyên bajarên Wan, Colemêrg, Qers û Îdirê ketin destê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP).

Herwiha şaredarîyên Erzirom, Mûş û Agirîyê ketin destê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û şaredarîya Erdexanê jî kete destê Partîya Gel ya Komarî (CHP).

Ji wan bajaran Qers, ku berê di destê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) de bû, bi awayekî suprîz kete destê HDP’ê.

Dîsa, li Îdirê tevî ku hemî partî li dijî HDP’ê bûbûn yek, bajarvanî careke din di destê HDP'ê de ma.

Lê, li hin cîhan jî hêza HDP’ê qels bû. Li Wanê, berî niha 2 şaredarîyên bajarokan di destê AKP’ê de bûn, lê vê carê 4 bajarok jetin destê AKP’ê.

Dîsa, li Colemêrgê şaredarîyên Şemzînan, Çel û Derecîkê, ku berî niha di destê HDP’ê de bûn, derbazî AKP’ê bûn.

Tevî van encaman, li heremê 2 şaredarên bajarê mezin, 6 şaredarên bajaran û 67 şaredarên bajarokan hatin dîyar kirin.

Bedîa Ozgokçe Ertan
Bedîa Ozgokçe Ertan

Hevşeredara Bajarê Mezin ya Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan got ku ew di peyvajoya hilbijartinê de rastî zextan hatine û gelek xebatkarên wan hatine girtin.

“Di nava 3 mehan de me di bin gelek zextên giran de ev peyvajo meşand. Hember me ne tenê tifaqa faşîst ya MHP'ê û AKP’ê hebû, herwiha dijî me hemî sazî û derfetên dewletê jî hatin bikaranîn. Di bin giwaştinên mezin de HDP’ê gaveke gelek stratejîk avêt û bandor li ser tevahîya Tirkiyê kir. Em vê serketinê li gelê xwe pîroz dikin.”

Hêjayî gotinêyê ku piştî hilbijartinên xwecihî yên sala 2014’an, Wezareta Karê Hundirîn li şûna gelek şaredarîyên HDP’ê, qayum dîyar kiribûn ku di vê hilbijartinê de piranîya van şaredarîyan cereke din ketin destê HDP’ê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00

XS
SM
MD
LG