Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herema Serhedê Berî Salvegera Girtina Ocalan 75 Kes Hatin Desteser Kirin


Berî 15 Sibatê, salvegera 20’an ya anîna rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan ya ji Tirkîyê re, li herema Serhedê bi dehan kes hatin desteser kirin.

Li Wanê 34, Agirî 32 û Colemêrgê jî 9 kes bi giştî 75 kes hatin desteser kirin. Li Bedlîsê û çar bajarokên wê heremên ewlehîyê hatin ragihandin.

Di encama serdagirtinên malan de, rêvebirên HDP’ê jî di nav de, 75 kes bi heceta “endambûna rêxistinikê” û “îhtîmala darxistina çalakîyan” hatin desteser kirin ku piranîya wan ciwan in.

Li Wanê, hêzên ewlekarîyê di nava du rojên dawî de avêtin ser malan û 34 kes desteser kirin û ew hîn nehatine berdan.

Li Agirî jî çend rojin ku operasyonên desteserkirinê didomin. Li vî bajarî jî, piranîya wan ciwan û sîyasetvan 32 kes di encama serdagirtinên malan de hatine desteser kirin.

Li Colemêrgê jî dema mudaxeleya polîsan ya ser çalakîya jibo parlamantera Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven de, hevserokê rêxistina HDP’ê Sînan Kaya û berbijare hevşaredarî yê bajaroka Çelê, Ebubekîr Kanar ligel 9 kesên din, hatin desteser kirin.

Necmettîn Acar
Necmettîn Acar

Serokê rêxistina bajarokê navendî ya Colemêrgê yê HDP’ê Necmettîn Acar got ku berî hilbijartinên heremî dixwazin wan lawaz bikin.

“Sedama van givaştinan lawazkirina me ye, lê em hember wan serê xwe natewînin û bi avayekî demokratîk emê têkoşîna xwe bidominin.“

Li hin heremên bi ser Bedlîsê jî, bi heceta operasyonên leşkerî, jibo dirêjîya salekê “Herema Ewlehî” hate ragihandin û hatin, çûna wan deran hate qedexe kirin.

AA_02_14_2019_Serhad_Operasyon
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:07 0:00

XS
SM
MD
LG