Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhilda ji Herêma Gutaya Rojhilat Derdikevin


Ahrarer Şam, ku li Gutaya Rojhilat yek ji komên çekdar yên herî çalak e, ragihand ku çekdarên li Harasta dê tevî çekên xwe ji herêmê derekvin û herin bakurê Sûrîyê.

Berdevkê Aharer Şam Munzer Faris dîyar kir ku wan bo derketina ji herêmê bi hikûmeta rêkeftinek kiriye û Rûsya jî bo lihevkirinê bûye garantor.

Li Gutaya Rojhilat ji meheke zêdetir e bi awayekî gur operasyon didomin û cara pêşî ye ku li wê herêmê di navbera serhildaya û hikûmetê de peyman tê îmza kirin.

Li gor daxuyanîya Faris dê çekdarên pêşî roja Pêncşemê bi demjimêra herêmî di 07:00 de ji Gutaya Rojhilat derkevin.

Karbidestekî rejîma Sûrîyê jî, ku navê wî nehat eşkere kirin, ji Reuters’ê re rêkeftin piştrast kir û da zanîn ku serhilda dê herin Îdlibê, ku di bin kontrola opozîsyonê de ye.

XS
SM
MD
LG