Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhilda û Hêzên Hikûmetê li Şamê Şerekî Giran Dikin


Serhildayekî Sûrî
Serhildayekî Sûrî

Reuters’ê ragihand ku serhildayên Surî do Yekşemê li Şamê êrîşên mezin li dar xistine û gehiştine nêzî navenda Bajarê Kevn ku hêzên hikûmêtê jî bi bombeyan bersîva êrîşan daye.

Êrîşên her du alîyan ji alîyê medya hikûmetê, jêderên serhildayan jî hatin piştrast kirin.

Artêşa Azad ya Sûrîyê û komên cîhadî, li hêla dîwarê Bajarê Kevn, di taxên Cobar û Abbasîyan de êrîş birin ser ser hêzên hikûmetê.

Kanala dewletê ya Sûrîyê dîyar kir ku artêşê bi bombeyan û çekên giran bersîva hewildanên serhildayan daye ku ji wan gelek hatine kuştin.

Şahidên şer ji Reuters’ê re dan zanîn ku artêşê li taxên ber hevdu tank bi cîh kirine û li wê deverê bi meş kişf pêk anîne.

‘’Sûk hemî vala ne, artêşê bi sedan leşker anîne û tank jî li nav sûkan çerx dibin. Ji Taxa Cobar dengê topan qet kêm nebû.’’ xwecihekî ji taxa Tijara bêyî ku navê xwe eşkere bike got.

Xwecihekî din jî got ku li herêmê piranîya dikanan hatine girtin û sîvîl jiber pevçûnan direvin.

Dema kanala dewletê ji Qada Abasîyan, ku tim qelebalix e, weşana zindî dikir peqînên mezin jî xuya dibûn.

XS
SM
MD
LG