Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komên Serhilda yên Îdlibê Hîn ji Herêmê Dernektine


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Failaq El-Şam hêzên xwe û çekên giran ji Îdlibê vedikişîne.

Lê piştî agahdarkirina SOHR’ê, Failaq El-Şam dîyar kir ku dê çekdarên wê ji herêma Îdlibê dernekevin.

Failaq El-Şam, ku Tirkîye piştgirîya wê dike, dîyar kir ku tevî ku ew ji herêmê venakişin jî hemî çekên wan yên giran ji enîyên wan dûr in.

Li gor peymana Rûsya û Tirkîyê ya ser Îdibê divê herêma ewle ya bêleşker heta 15’ê Cotmehê çêbe.

Piştî avakirina herêma ewle, leşkerên Tirk û Rûs dê bo ewlekarîyê bi awayekî koordînekirî li wir bigerin.

SOHR dide zanîn ku Failaq El-Şam, ji komên mezin yên serhildayan di rêza sêyan de ye.

Tahrîr El-Şam wek koma herî mezin ya cîhadî ya li herêma Îdlibê tê zanîn. Wê rêxistinê ser peymana Rûsya û Tirkîyê hîn ti bersîv nedaye.

XS
SM
MD
LG