Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Myanmar Agirbesta Serhildayan Red Kir


Hikûmeta Myanmar, agirbesta yekalî ya ku serhildayên Rakhine ragihand red kir.

Berdevkê Rêbera Myanmar Aung San Suu Kyî, Zaw Htay ji ser Twitterê da zanîn ku ewê bi "terorîstan" re danûsitandinan nekin.

Artêşa Rizgarîya Rakhine Rohingya (ARSA) do Duşemê dîyar kiribû ku jiber krîza li eyaleta Rakhine, bo mehekê agirbestê radigihîne.

ARSA ji Artêşa Myanmar xwest ku çekan berde û bang li sazîyên alîkarîyê kir ku xebatên xwe bidomînin.

Artêşa Myanmar, piştî ku serhildayan di 25'ê Tebaxê de êrîşî navenda polîsan kir, li eyaleta Rakhine dest bi operasyoneke mezin kir.

Jiber bûyerên tundûtûjîyê, heta niha 290,000 Misilmamên Rakhine revîn Bangladeşê.

XS
SM
MD
LG