Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûrîyê 30,000 Kes ji Herêmên Dorpêçkirî Derdikevin


AP'ê îro Înê ragihand ku ser lihevkirina hikûmeta Sûrîyê û serhildeyan, ji çar herêmên ku dorpêçkirî ne bi deh hezaran kes derdikevin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku ji Madaya û Zabadanî, ku herêmên li nêzî Şamê di dest serhildayan de ne, serhilda serê sibê bi otobusan derketin.

Li gor lihevkirinê, dûre jî ewê li bakurê Sûrîyê, xwecihên du gundên ku alîgirê rejîmê ne, ji herêma ku ji alîyê serhildayan ve dorpêçkirî ne derkevin.

Bi dehan otobus roja Çarşemê çûn cîhên serhilda û alîgirên rejîmê lê heta derengê Pêncşemê jî kes li wan siwar nebû.

Li ber e ku, ji her çar cîhan bi qasî 30,000 kes li gor lihevkirinê derkevin.

XS
SM
MD
LG