Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedan Serhilda ji Herêmên Dorpêçkirî yên Şamê Derketin


Reuters’ê ji zarê kanala dewleta Sûrîyê û ajanseke çavdêrîya şer ragihand ku bi sedan serhildayên Sûrî û malbatên wan, li gor peymaneke bi hikûmetê re, ji herêmeke Şamê ya dorpêçkirî, derketine.

Ajansa dewletê SANA dîyar kir ku ji Barzeh û Tişrîn yên ku li bakurê rojhilata Şamê dikevin, 1246 kes derketine ku 718 ji wan serhilda ne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî dîyar kir ku îro Înê ji herêma dorpêçkirî 700 kes derketine ku 150 ji wan serhilda ne.

Koma yekê roja Duşemê ji Barzeh derketibû.

Serokê Sûrîyê Beşar Esad, di hevpeyvîna bi kanala ONT ya Belarus de gotibû ku li herêmên bêceng serhildayên ku çekên xwe radest bikin dê werin efû kirin.

XS
SM
MD
LG