Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Komkujîya Dersîmê dê Gazên Kîmyayî Hatin Karanîn?


Bajarê Dersîm
Bajarê Dersîm

Lêkolîner Nesîmî Aday îdia dike ku di komkujîya Dersîmê dê gazên kîmyayî hatine xebitandin.

“Li gor hîn belgeyên ku bi nîşana ‘veşartî’ û ji hêla damêzranêrê Komara Tirkîye Mustafa Kemal Ataturk ve hatiye îmza kirin, Tirkîye ji Almanya 20 ton gaza kîmyayî, jî Amerîka jî balafirên bombebaranê kirîne. Di navbera salên 1937-38-39’an de komkujîya li Dersîmê di nava plan û bernameyekê de gazên kîmyayî jî hatiye bikaranîn.”

Aday dibêje ku bi ferman û îmzaya serokomarê wê demê Ataturk ji Almanya 20 ton Chloracetophenon û Îperît û gazên din yên kîmyayî û amûrên ku wan Gazan têxe nava bombeyan jî Almanya hatine kirîn.

“Herwiha li gor van belgeyan, tê xwestin ku jibo bi kar anîna van gazan balafir jî werin kirîn. Firokên pêşîn yên bi cureya Marten di sala 1937’an ji Welatên Yekbûyî yên Amerîka 200 hezar dolaran têne kirîn û komkujî destpê dike.”

Aday bi berdewamî got ku Komara Tirkîye Komkujîya Dersîmê gelek salên dirêj veşartîbû, lê bi peyvajoya wan belgeyên komkujî derket holê û berê jî Recep Tayyîp Erdogan di dema serokwezîrîyê de ew qebûl kirîbû.

Ser mijara gazên kîmyayî, Cemîyeta Civaka Rêxistina Dersîmê, Navenda Lêkolînên Dersîmê, Komela Dijî Komkujîya Dersîmê daxuyanîyek hevbeş dan.

“Belgeyên ku nû hatine ber ronahîyê careke din nîşan didin ku Komara Tirkîyê di navbera salên 1937-38-39 di nava plan û bernameyekê de, bi gazên kîmyayî ev komkujî jibo xwe kirîye armanc û ev komkujî pêk anîye.”

Daxuyanî bal kişand ku bi pêşengîya sazîyên Dersîmê vê ev mîjar dê jibo Neteweyên Yekbûyî (NY) Parlementoya Ewrupa, Konseya Ewrupa, Parlementoya Federal ya Almanya, Sazîyên Amerîka yên pê re eleqedar re werin şandin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li gor pêzanînên fermî di Komkujîya Dersîmê de nêzî 13,000 kes hatibûn kuştin û 11,000 kes jî bi zorê hatibûn sirgun kirin.

MEB_05_20_2019_Komkujîya_Dersîmê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:43 0:00

XS
SM
MD
LG