Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Lîbyayî Hîzra Agirbestê Dikin


Serhildayên Lîbyayî Hîzra Agirbestê Dikin
Serhildayên Lîbyayî Hîzra Agirbestê Dikin

Rêberekî opozîsyona Lîbyayî dibêje, serhilda dixwazin agirbestê qebûl bikin, eger Qezafî dawî li dorpêça leşkerî bîne û rê bide xwepêşandanên dijî hikûmetê.

Berdevkê opozîsyonê Mustafa Abdulcelîl, îro Înîyê li Bîngazî axifî ligel, ligel nûnerê Neteweyên Yekbûyî Abdeîlah El Xatib ku hewil dide ku çareserîyeke sîyasî ji kêşeyê re bibîne.

Pêşnîyara serhildayan di demeke de tê ku medyaya Britanî dibêje, nûnerekî birêz Qezafî serêdana Londonê kirîye ku bi karbidestên Britanî re bipeyîve.

Raport dibêjin, ew nûner Mihemed Îsmaîl ê alîkarê kurê Qezafî, Seyf El Îslam e.

Karbidestekî Wezareta Derve yê Britanî ji rojnameya Guardian re got, wan peyameke zelal da Qezafî ku divê ew desthilatê berde.

Bizava dîplomatîk di vê demê de tê ku 2 dîplomatên payabilind yên Qezafî vê heftê dest ji rejîma Qezafî berdabûn.

Berdevkê opozîsyonê Mustafa gheriani do Pêncşemê gotibû, ew bawer dikin rejîm êdî ji nav xwe de jî hildewişe.

Wezîrê Derve yê berê Alî Abdulselam Trekî do Pêncşemê ragihand ku wî dest ji jimareke posta xwe berdaye û revîye Misirê. Wî got, mafê Lîbyayê heye ku di nav azadî, demokrasî û xweşbûnê de bijî.

Roja Çarşemê jî, Wezîrê Derve Mûsa Kûssa posta xwe berdabû û revîyabû Brîtanyayê. Kûssa wekî piştevanekî xûrt yê Qezafî dihate nasîn û yek jî stûnên herî girîng yê hikûmetê bû.

XS
SM
MD
LG