Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sudanî Karkerên Çînî yên Revandî Berdan


Serhildayên Sudanî Karkerên Çînî yên Revandî Berdan
Serhildayên Sudanî Karkerên Çînî yên Revandî Berdan

Serhildayên Sudanî grubeke karkerên Çînî azad kirin ku berî 10 rojan li eyaleta Kurdofona Başûr hatibûn revandin.

Wezareta Derve ya Sudanî roja Sêşemê ragihand ku karkerên Çînî bi firokeke Xaça Sor diçine Kenyayê ku karbidestên balyozxaneya Çînî pêşwazî li wan bikin.

Wezareta Derve ya Sudanî eşkere nekir ku çend karker hatine azad kirin.

29 karker dema avakirina otobanekê, li dawîya meha borî rastî êrîşeke serhildayan hatibûn. 17 kar karîbûn ku destê revanokan birevin û 1 karker jî hinda bibû.

Ajansa nûçeyan ya Xinhua ya Çînî roja Duşemê ragihand ku termê karkerê hindabûyî ji karbidestên Çînî re hate teslîm kirin.

Karkerên Çînî ji alîyê Tevgera Azadîya Gelê Sudanê-Bakur (SPLM-N) hatibûn revandin.

XS
SM
MD
LG