Jêderên xwecîhî îro ragihand ku serhildayên Sûrî dijî qereqolên arteşa Sûrîyê yên li başûrê Deraa êrîşên tund yên bi hawanan kirine.
Heman jêdaran da zanîn ku di êrîşên îro de ji dema ku hêzên hikûmetê kontrola herêmê sê sal berê bi dest xistib û vir ve, pêqînên herî xurt pêk hatine.
Êrîşên berfireh dijî qereqolên ku li nêzî rêya Şam-Deraa ne, ku diçe derîyê sînorê Nassîb bi Urdunê re.
Êrîşan herwiha rewîyên ser rê û seferên bazirganî ya navbera Lubnan û Sûriyê jî asteng kiri n.
Hevdem, serhildayên Sûrî dîyar kir ku wan gelek xalên kontrolkirinê yên artêşê li derdora bajarokên girîng û gundên ji bakurê Nawa heya ya Muzarîb ku nêzî sînorê Urdunê ye, jî bi dest xistine.
Leşkerên payebilind ku ji artêşa Sûrî revîyane, ragihand ku Beşa Çaran ya hêzên artêşê, ku ji hêla birayê Serokê Sûrî Mahîr tê rêvebirin, ji heremê re hatiye şandin.
Medyaya dewleta Sûrî jî ragihand ku terorîstan êrîşê nexweşxaneya serekî ya li Deraa kirine û artêşê bi sedan malbatên revîyayî ji taxên di bin kontola serhildayan de, rizgar kirine.
Ev êrîşana piştî ku artêşa Sûrîyê dijî taxên kevn yên bajarê Deraa ya di bin serhildayan de ye operasyon kir, pêk hat.
Xwepêşandanên aştîyane yên dijî desthilatdarîya malbata Esed, berîya ku li seranserê welêt belav bibe di 2011'an de li Deraa destpê kiribû û artêşa Sûrîyê bi rengekî tund û kujer bersîva wan dabû.
Artêş hewl da ku piştî hilweşîna gotûbêjên serê vê hefteyê kontrola xwe dubare bike da ku rihspiyên herêmî û serhildêrên berê bihêlin ku artêş destûr bide ku kontrola xwe li hundurê çaryeka kevn, ku wekî Deraa al Balad tê zanîn, dirêj bike.
Artêşa Sûrîyê, piştî ku di serê vê hefteyê de danûstandinên bi rûsipîyên heremî û serhildêrên berê re, jibo jinûve serwerî ya artêşê ya li Deraa al Balad, têk çû, operasyona xwe dest da pêkirin.
Hejayê bîr xistinê ye ku di hilbijartinên seroktîya Sûrîyê yên Gulana borî de, li heremê boykotek berfireh hat kirin ku karbidestan wek nerazîbûna dijî revebirîya Esed hat nirxandin.
Çavkanîyên îstîxbarata rojavayî dibêjin ku serîrakirinên hene, bi hebûna milîsên herêmî yên ku Îran piştgirîyê didê ku niha ser wan bandorê dikin, mezin dibin.