Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serjimarîya Amerîka Encamên Balkêş Tîne: Rêjeya Sipîyan Kêm Bûye


Li gor agahîyan serjimarîya 2020ê, cara yekê di dîroka Amerîkayê de jimara kesên sipî li Amerîka daketîye, di demekê de ku jimara Hîspanîk û Asyayî zêde dibin.

Di heman demê de, di nav kesên jêr 18 salî de ti grubeke etnîkî ya serdest tuneye.

Ev agahîyên ku ji alîyê Buroya Serjimarîya Amerîkayê roja Pêncşemê belav bûne, wêneyeke hûrbîn dide ku çawa Amerîka ji sala 2010ê ve hatîye guhertin. Ewê herwiha roleke girîng di guhertina nexşeyên sîyasî de li vî welatî bilîze.

Tê çaverê kirin ku ev jimar herwisa dê bibin sedema şerekî partîzanî di vê dema de ku gelek nîqaş li ser mafên dengdanê li Amerîkayê hene.

Ew, reng e bibin alîkar ka kîjan partî dê di hilbijartinên sala 2022ê yên Civata Nûneran ya Kongresê serdest be.

Li gor van jimarên nû, di deh salên dawî de rêjeya Amerîkîyên sipî yên jêr 18 salî ji % 53.5 daketîye % 47.3.

Bi giştî, kesên 18 û ber jor dora sê çarîkan ji rêjeya xelkên Amerîka pêk tînîn, anku 258.3 mîlyon kes. Ev bixwe jî 10 ji sedî ji rêjeya sala 2010ê pirtir e.

Lê, di 2020ê de jimara zarokên jêr 18 salî daket 73.1 mîlyonan ku jimara wan di 2010ê de 74.2 mîlyon bû.

Jimara kesên Asyayî di 2020ê de giheşt 24 mîlyonan û yan Hîspanîkan jî gihişt 62.1 mîlyon kes.

Rêjeya sipîyan ji % 63.7 ji sedî sala 2010ê daket % 57.8. Ev jî rêjeya herî nizm e di dîrokê de. Sedema wê jî daketina asta zarokanînê ye li cem jinên sipî hember yên Hîspanîk û yên Asyayî.

Jimara xelkên sipî ji 196 mîlyonan sala 2010ê daket 191 mîlyonan di 2020ê de. Lê tevî wisa jî, sipî li Amerîka her dimînin gruba etînkî ya herî mezin.

Lê li eyaleta Kalîfornîya, Hîspanîk bûn gruba herî mezin. Rêjeya wan di deh salan ji % 37.6 giheşt % 39.4. Li hemberê wê yekê, rêjeya sipîyan ji % 40.1 daket % 34.7.

Karbidestê serjimarîyê Nicholas Jones got ku gelê Amerîka êdî ji demên berê pirtir tevlihev û pirreng e.

XS
SM
MD
LG