Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Dema Girtina Rûpela Îraqê ye


Serok Obama: Dema Girtina Rûpela Îraqê ye
Serok Obama: Dema Girtina Rûpela Îraqê ye

… Bi vî awayî, Îraqî dê ewlehîya welatê xwe bigirin destên xwe. Hêzên Amerîkî havîna borî ji bajarên Îraqê vekêşîn û hêzên Îraqî li şûna wan hatin ku parastina hemwelatîyên xwe bikin. Tevî ku êrîşên terorîstî li Îraqê didomîn jî, vê gavê bûyerên wî rengî geheştinê qonaxa herî nizim, ji destpêka şerî vir ve. Hêzên Îraqî bi serfirazî şerî dijî El Qayde dikin û gelek rêberên wê bê tesîr kirin.

Her wiha îsal, li Îraqê hilbijartinên giştî bi beştarbûna rêjeyeke bilind hate kirin. Rêberên Îraqî niha bizavê dikin ku li gorî encama hilbijartinan, hikûmeteke nû damezrînin. Îşev, ez bang li wan rêberan dikim ku bi lêz û bezî hikûmeta nû pêk bînin, ku ji hemî berpirsîya hemî gelê Îraqê bike. Ez dixwazim vê yekê jî bêjim ku kengê ew hikûmeta nû pêk were, gelê Îraqê de hevkareke xûrt hebe û ew jî Welatên Yekgirtî yên Amerîka ye. Erka me ya şerkerî li Îraqê bi dawî dibe, lê pêgirîya me bo dahatîya Îraqê her didome.

Jibo demên pêş, hîn hêzên Amerîkî jibo mîsyoneke din li Îraqê bimînin: ev jî şewirmendî û alîkarîya Hêzên Ewlekarî yên Îraqê, piştgirîya hêzên Îraqî yên hewilên dijterorê û her wiha parastina xelkê me yê sîvîl e. Giredayî peymana me ya ligel hikûmeta Îraqê, hemî hêzên Amerîkî, heta dawîya sala pêş ji Îraqê vekêşin. Bi kêmbûna hebûna me ya leşkerî, karmendên me yên sîvîl, diplomat, şîretvan û xebatkarên me yên hawarçûnê dê bi awayekî karîgertir piştgirîya Îraqê bikin, ku Îraq bikanibe hikûmeta xwe bihêztir bike, kêşeyên xwe yên sîyasî çareser bike, xelkê aware jinûve vegerîne cîh û warên xwe û her wiha ligel herêmê û cîhanê peywendîyên xûrt ava bike. Ev e, peyama ku Cîgirê Serok Joe Biden di serêdana xwe ya îro de raberî gelê Îraqê dike.

Nêrîna me ya nû ya bi Îraqê, li ser bingeha hevkarîyeke pirdemî ya rêz û berjewendîyên du alî ye. Bê guman tund û tûjî di rojeke de naqede û tundrê dê berdewam bombeyên xwe bipeqînin û êrîşî sîvîlên Îraqî bikin û hewilê bidin ku kêşeyên mezhebî û nîjadî kûrtir bikin. Lê, ew xirabkar dê nikanibin bigehijine armancên xwe. Îraqî, kesên serbilind in. Wan cûdabûna olî û nîjadî qebûl nekir û ew naxwazin welatê wan weran be. Îraqî, vê yekê baş dibînin ku di dawîya dawîyê de, tenê ew dikanin cûdabîrîyên navxweyî çareser bikin û ewlehî û parastina sûk û kolanên xwe dabîn bikin. Tenê ew dikanin li nav tixubên xwe demokrasîya xwe ava bikin. Tiştê ku Amerîka dikane bike ev e ku peyda kirina alîkarîya gelê Îraqê ye, hem wekî hevaleke Îraqê û hem jî hevkareke wê.

Dawî anîna şer, ne tenê di berjewandîya Îraqê da ye, lê jibo qencîya me ye jî. Amerîka berdeleke giran da ku paşeroja Îraqê bide destê gelê wê. Me di waxteke teng û xirab de, jin û mêrên agîd û wêrek şandin Îraqê da ku fedakarîyên mezin bikin. Em û Îraqî bawerîya heman tiştê dikin ku, di nav xwelîyên şer û cengan de, jîyaneke nû li vê dergûşa şaristanîyê dikane biveje. Di vê qonaxa girîng ya dirokê de, me erk û peywirên xwe bicîh anîn û dem hatiye ku em derbazî rûpeleke nû bibin.

Dema em derbazî rûpela nû dibin, em zanim ku Şerê Îraqê li hindûrê welêt mijareke kêşebar bû. Li vê derê, li Amerîka jî dema guherîna vê yekê hatîye. Ez îşev ligel Serok George Bush peyîvîm. Baş tê zanîn ku hîn di destpêka şerî de, ez û ew cûdabîr bûn. Lê, kesek nikane ji piştgirîya Serok Bush ya bo hêzên me, hez kirina wî ya bo welatê me û dilsozîya wî ya ewlehîya me şik û gumanê bike. Wekî min berê jî gotî, gelek welatparêz hebûn ku piştevanîya vî şerî kirin û gelek jî hebûn ku dijberîya vî kirin. Lê, em hemî sipasdarên jin û merên me yên xizmetkar û canfêda ne û em hemî ji dahatîya Îraqê hêvîdar in.

Hêjabûn û girîngîya demokrasîyê ev e ku di dema dijwarî û astengan de, meriv dikane cûdabirîyên xwe deyne alîyekî û ji serpêhatîyên xwe tiştên nû fêr be. Bê guman e ku şerê me yê dijî El Qayde jî girîngtirîn kêşê ya ewlehî û parastina me ye…

Erka me ya herî girîng jinûve xûrt kirina aborî ya me û peyda kirina karên nû ye, jibo wan Amerîkîyên ku karên xwe ji dest berdane. Jibo qayim kirina çîna navîn, divê em girîngî bidine perwerdeya zarokên me û kanîn û zanînên nû ferî karkerên xwe bikin, ku bikanibin di ekonomîya global de serkeftî bin. Divê, em karên nû biafrînin û rêkên nûjen peyda bikin ku nema hewceyî petrola derve bin. Em rind dizanin ku ev ne karekî hêsan e, lê divê ev di demên pêş ma de, erk û peywira herî girîng be, hem jibo gelê Amerîka û hem jî wekî Serokê wî, jibo min bi xwe…

Berî du hefte, yekîneyên me yên şerker ji Îraqê derketin û bi hezaran leşker û bi sedan wesayît ji Bexda derbazî Kuweytê bûn. Di nav heft salan borî de, hêzên Amerîkî û hevalbendên me di wan rêkan de şerî xirabkaran kirin, lê vê care bê arîşe û problem ji wan kolanan derbaz bûn û dawî li erk û mîsyonên xwe yên li Îraqê anîn. Ji destpêka şerê Îraqê vir ve 4400 Amerîkî li Îraqê canên xwe dan û ew hem di dilê Amerîkîyan de û hem jî di yê Îraqîyan de dijîn. Ew agîdên canfêda, ligel 1,5 mîlyon Amerîkîyên ku li Îraqê xîzmet kirin şer kirin, jibo cîyekî ku qet nedîtîbûn û gelekî ku qet nasdekirin. Ew canên xwe feda kirin da ku Îraqî ji tarî û şevreşîyê derkevin û bigehijine ronahîya aşitîyê.

Di vê serdemê de, divê bi hevkarîya hevalbendên me û bi hêza me bi xwe, em serkeftinê destve bînin. Amerîkîyên qehreman li gelek enîyan şer dikin ku paşeroja zarokên wan, ji jîyana wan xweştir û geştir be. Hêzên me yên leşkerî stûna parastina welatê me ye. Em ji nav çi bahoz û bagerên weranker de derbaz bin jî, rojên ron û serfiraz li ber me ne.

Pir sipas. Xwedê we bipareze. Xwedê ligel Amerîka û ligel wan kesên ku xîzmeta Amerîka dikin be.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG