Serokê Amerîka Barack Obama rexne li Îranê girtin ku êriş kire ser xwenîşanderên dijî hikûmetê û ji hikûmetên seranserî Rojhilata Navîn xwest ku tund û tûjî ligel xwenîşanderan bikar neyînin.
Serok Obama roja Sêşemê li civîneke ragihandinê li Seraya Spî gote rojnamevanan ku bo wî “seyr e” bibîne ku rêjîma Îranê wiha nîşan bide ku şahîya serhildan Misirê dike. Wî got, desthilatdarên Îranê li welatê xwe dirûst berevajî hindê reftarê dikin bi teqe kirinê û lêdana wan kesan ku bizavê dikin aştîyane bîr û hizrên xwe dîyar bikin.
Serok Obama got, pêdivî ye gelê Îranê bikare hizr û bîr û nerazîbûna xwe dîyar bike û bizavê bikin ku hikûmet daxwazên wan bicîh bîne.
Wî got, li seranserî Rojhilata Navîn berebabekê “cihêl û xwîn germ” heye ku li derfetên pitir digerin û got, pêdîvî ye rêberên van welatan dest bi guherînan bikin.
Serok Obama her wiha got, hikûmet bo derfetan û pêşvebirina civakê çiqas pitir gavan bavêjin, ew welat ew qas tenatir dibin.
Serokê Amerîka Barack Obama got, ew tiştên li Misirê qewimîn heta niha baş bûn, lê hîn gelek tişt mane ku bêne kirin. Wî got, Misirê dê pêdivî bi alîkarîyê hebe ku enstîtuyên demokratîk ava bike û aborîya xwe xûrt bike.