Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Daxwaza Vekêşana 33,000 Serbazan ji Afganistanê Dike


Serok Obama Daxwaza Vekêşana 33,000 Serbazan ji Afganistanê Dike
Serok Obama Daxwaza Vekêşana 33,000 Serbazan ji Afganistanê Dike

Serokê Amerîkî Barack Obama li New York ê îro Pêncşem nexşeyê xwe ji bo vekêşana 33,000 serbazên Amerîkî ji Afganistanê heta dûmahî ya sala 2012ê han didet.

Li bere Serok Obama digel serbazên Pişka Dehê li navenda Fort Drum li bajarê New York kom bit. Ew êkeya leşkerî gelek caran li Afxanistanê hatîye danan.

Şevêdî li Koçka Spî Serok Obama got, li destpêka vê mehê ew dê dest bi vekêşana 10,000 serbazên Amerîkî ji Afganistanê biket, û heta havîna bêt dê 33,000 serbaz dê bên vekêşan. 100,000 serbazên Amerîkî li Afxanistanê ne.

Bi alîyê xweve, îro pêncşem Serokê Afganî Hamîd Karzayî got, ew kêfxweşe bi vekêşana serbazên Amerîkî û got jî, gelê Afganî dê welatê xwe bi parêzit. Birêz Karzayî got, biryara vekêşana serbaza di berjewendîya herdû welatan deye.

Her çawa be, Talîban li Afganistanê got, nexşeyê vakêşana serbazxan pêngavek sembolîke , civaka nêv netewî yan gelê Amerîkî tena nake.

Şerê Afganistanê, çend tê di nav gelê Amerîkî de nehez dibe. Li 10 salên borî, Amerîka di şerê Afganistan û Îraqê de Tirilyon dolar xerc kirine. Û Serok Obama pênasîn kir ku niha demê avakirina welatî ye.

Serok Obama got heta sala 2014 ê piroseyê veguhastinê li Afganistanê dê bi dûmahî bêt dema ku Afganî berpisyaretîya welatê xwe bi stoyê xwe ve digrin.

XS
SM
MD
LG