Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Dest bi Serdana Asya-Pasîfîk Dike


Serok Obama Dest bi Serdana Asya-Pasîfîk Dike
Serok Obama Dest bi Serdana Asya-Pasîfîk Dike

Serokê Amerîka Barack Obama îro Înîyê ji Washingtonê derdikeve û dest bi serdaneke neh rojî ya herêma Asya-Pasîfîk dike.

Bi vê serdana xwe, Serok Obama dixwaze têkîlîyên Washingtonê ya ligel ekonomîyên herêmê xûrtir bike.

Birêz Obama qonaxa yekê ya serdana xwe dê li cîhê dayikbûna xwe, Honolulu, Hawai derbaz bike û mêvandarîya Foruma Ekonomîk ya Asya-Pasîfîk bike.

Di rojêva Serok Obama de, damezrandina herêmeke bazirganîya serbest ya seranser Pasîfîk heye ku tê de Amerîka, Australya, Brunei, Şîlî, Malezya, New Zealand, Peru, Sîngapur û Vîetnam cîh bigirin.

Çend demjimêr berî ku Obama ji Washingtonê derkeve, Serokwezîrê Japon Yoshiniko Noda dîyar kir ku welatê wî jî dixwazê tev li axaftinên wê peymana bazirganîyê bibe.

XS
SM
MD
LG