Serokê Amerîka Barack Obama roja Heynî digel endamên wê desteya leşkerî kom dibe ku pişkdarî wê hêrişê kir bu li dijî rêberê El Qayda Osama bin Laden li Pakistanê.
Serok biryare biçîte bingehê leşkerî Fort Campbell li welayeta Kentucky da ew bi xwe supasiya beşdarên wê hêrişê biket ku spêdeya roja Dûşembî hêriş kir bu ser avahiyê bin Laden. Karbidestên Seraya Spî got rêzdar Obama dê digel beşdarên wê hêrişê kom bit berî gotarekê pêşkêş biket.
Peyvdarê Seraya Spî Jay Carney negot ka heke endamên hêza Deryayî SEAL ku ew hêriş kir bu û teqe kir bu dê li kombûnê amade bin an ne.
Carney got Amerîka beramber îhtîmala hêrişên tole standinê ji layê El Qayde gelek hişyare.