Breaking News

Serok Obama Gotarekê Pêşkeşî Welatî Dike

Serokê Amerîkî Barack Obama berdewam e li seredana xwe bo deverên Kendava Meksîko, û paşî gotarekê pêşkeşî welatî dike li ser planên hikûmetê ji bo çareser kirina kêşeya rijiyana neftê li Kendavê.

Gotara serokî li şeva Sêşembî, yekem gotara wî ye li Oval Office, ewey ew bûye serok.

Hevdem, berpirsên kompaniyayên neftê, wek, BP, Shell, ExxnMobile, Chevron li pêş panêleka Kongrsê Amade dibin û bo demê sê rojan bersiva pirsiyaran didin derbarê karesata rijyana neftê û derînana neftê li kinar û nav deryayan.



XS
SM
MD
LG