Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama li Gotara Xwe li Netewên Yêkgirtî Rijdî Kire Ser Rojhelata Naverast


Serokê Amerîka Barack Obama li gotara xwe li Civata Giştî ya Netewên Yêkgirtî li roja Pêncşembî rijdî kire ser berbnama xwe li herêma Rojhelata Naverast, û hişdarî da Îranê li ser bernama wê ya navokî. Serok herwiha rijdî kire ser piştevanî kirina rêkeftnekê Îsraîl û Felestînî.

Serok Obama gote rêberên cihanê ku tolên Netewên Yêkgirtî ku ev sale lise Îranê hatine danan nîşa didin ku binasên Îranê bûne, jiber ku berpisiyaryên xwe weku endameka civaka navneteweyî bi cih ne înane. Wî got, dergeh her yê vekirî ye bo dîplomasiyê, lê ya pêtvîye ku Îran diyar bikit ku bernama wê ya navokî bo mebestên bi aştî ye.

Gelek li civaka navneteweyî Îranê binaskar diken ku çekê navokî bi destve bînit, ku eve jî tawanek e ku Îran înkar û haşa diket.

Serokê Îranê Mahmûd Ahmedînijad biryar e, êvara roja Pêncşembî li Civata Giştî gotarekê bixwînit.

Serokê Amerîka herwisa daxwaza piştevaniyeke navnetewî bo kiryara aştî yê ya Îsraîl û Felestînî kir, bi wê hîvîyê ku di demê salekê de rêkeftineka rast û dirust misoger bikin.

Wî got, welatêt ku piştevaniya dewleteka Felestînî ya serbixwe dikin, pêdivî ye ku çi dî bizavê bo ji nav birina Îsraîlê neken, û pêdivî ye ku ji layê siyasî û diravî ve piştevanya Desthelatdarya Felestînî biken. Wî herwesa helwêsta hikûmeta xwe dubare kire ve ku Îsraîl muleta berbend kirina ava kirina akîncîgeheka nû li wî ardî rawestînit ku Felestîniyan libere li wêrê dewleta xwe ya paşerojê damezrînin.

Sebaret şerên li Îraqê û Afganistanê, rêzdar Obama got, Amerîka ya rêbaza xwe digohrit bo bersîng girtina teroristên El Qayda, yêt ku wî weku gefe li ser tenahiya cihanê dane nasîn.

XS
SM
MD
LG