Serok Barack Obama, hevjîna wî Michelle û Cîgirê Serokî Joe Biden serperiştiya rê û resma 9-emîn salyada hêrişên teroristî yên 11’ê Îlonê kirin.
Cîgirê Serokî Biden ligel jimareka karbidestên din li Ground Zero li bajêrê New York kom bûn, cihê herdu tawerên Navenda Bazirganî ya Cîhanî ya berê. Beşdarên rê û resmê ji bo demê çar xolekan bê deng bûn ji bo rêz girtinê li qurbaniyên hêrişên teroristî. Navên her hemî 2,752 qurbaniyan ji layê malbatên qurbaniyan ve hatin xandin.
Di rê û resmekê de li dervey Washington, li Pentagonê, Serok Obama got ew kesên li roja 11’ê Îlonê hêriş kirin ser Amerîka, ne bitinê hêriş kirin ser avahiyan, belê hêriş kirin ser hizira hebûna Amerîka. Serok her wiha got ku Amerîka şerî li dijî Îslamê nake.
Xanima Yekê Michelle Obama û ligel Xanima Yekê ya berê Laura Bush li Shanksville, Pennsylvania, beşdarî di rê û resmekê de kirin ji bo bîranîna qurbaniyên 11’ê Îlonê, ku di wê rojê de balafireka tejî mirov li wê devera Pennsylvania ket, piştî kesên di nav balafirê de bizav kirin ku balafirê ji destê revankarên terorist rizgar bikin.