Serokê Amerîkî Barack Obama dibêje, pêdivî ye rêberê welatê ‘Côte d'Ivoire’ Laurent Gbagbo bi zûtirîn dem dest ji desthilatê berde, da ku kuştin û tundûtûjî li wî welatî bi dawî bihên.
Serok Obama her wiha piştevanîya xwe ji bo aştîparêzên Neteweyên Yêkgirtî û hêzên Fransî ragihand. Hêzên N.Y. û Fransî roja Duşembî hêriş kirin ser piştevanên Gbagbo.
Li hilbijartinên meha 11 ya sala 2010’ê, Elhesen Wetere piranîya dengan bidest îna û civaka navneteweyî piştevanîya xwe bo birêz Wetere ragihand wek serokê rewa yê ‘Côte d'Ivoire’. Belê serokê berê Laurent Gbagbo heta nuha dest ji desthilatê bernedaye.