Breaking News

Serok Obama Soz Da Ku Erkên Parastinê li Afganistanê Bidest Dest Afganiyan.

Serok Obama Soz Da Ku Erkên Parastinê li Afganistanê Bidest Dest Afganiyan.
Serok Obama Soz Da Ku Erkên Parastinê li Afganistanê Bidest Dest Afganiyan.

Serokê Amerîka Barack Obama soz daye ku li sala bihêt erkên parastinê li Afganistanê bidet dest karbidestên Afganî, lê belê çi wextek destîşankirî bo vekêşana serbazan destnîşan nekir.

Di nav gotarek televizyonî de li Seraya Sipî, şeva Sêşembî, Serok Obama got ew dê li meha Heşt sala bihêt dest biket bi raspartina berpirsiyaretiyan bi Afganiyan bi xwe. Wî got kêm kirina serbazên Amerîka dê girêdayî bit bi rewşa Afganistanê.

Serok Obama ku di nav gotara xwe de dawî hatina operasyonên leşkerî yên Amerîka li Îraqê ragehand got vekêşana hêzên Amerîka dê derfet û şîyanên me yên pêdivî serbest bikit ku berev Afganistanê bêne hinartin.

Serokî got 100,000 serbzên Amerîka niha li Afganistanê şerî dikin da ku xirabkarên talîban têkbişkînin yên dixazin hikûmeta Afganistanê ya bi piştgîriya NATO bêxin.

XS
SM
MD
LG