Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ajansa Navokî Çaverêya Rêkeftineka Îranê ligel N.Y. Dike


Serokê Ajansa Navokî ya Neteweyên Yekbûyî dibêje ew çaverê dike ku Îran di demekê nêzîk de rêkeftinekê ligel Ajansa Enerjî ya Atomî ya Navneteweyî mor bike ku rêkê bidete lêvekolên naveteweyî biçine bingehên Îranê ku guman tête kirin jibo bernama nepenî ya çekên navokî têne bikar anîn.

Amano roja sêşemê serdana xwe bo Tehranê bi dawî anî piştî bi berpirsê dosya navokî ya Îranê Seîd Celîlî û berpirsê rêkxistîya navokî ya Îranê Fereydon Abasî-davanî re kom bû.

Amano got ku Celîlî biryar da ligel N.Y. rêkefitnekê mor bike ku moletê bidete N.Y. serdana bingehên navokî yên Îranê bike di nav de bingehê leşkerî yê Parçîn. Welatên Rojavayê guman dikin ku Îran li wî bingehî lêkolînan dike jibo çêkirina çekên atomî. Tehran radigihîne ku Parçîn bingehekê edetî yê leşkerî ye û bernama navokî ya wê jibo meremên aştîyê ye.

XS
SM
MD
LG